• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Urmiyê di şevekê de 27 kes bi Coronayê mirin

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Li Urmiyê di şevekê de 27 kes bi Coronayê mirin
Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê ragihand ku şeva borî 27 kesên din bi Coronayê canê xwe ji dest dane û herwiha zêdeyî hezar û 300 kesên din jî bi Coronayê ketine.

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji xeynî sê bajaran ku rewşa wan narincî ye, wate di asta gelekî metirsîdar de ye, rewşa Coronayê li hemû bajarên din ên wê parêzgehê di asta sor wate “gelekî metirsîdar” de ne.

Berdevkê Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya Îranê Elîreza Reîsî dibêje: “Pêketina bi Coronayê di vê pêlê de wek teqînê zêde dibe û tê pêşbînîkirin ev rewş vê hefteyê û hefteya bê jî berdewam be.”

Elîreza got, di hefteya borî de li hemû Îranê hezar û 800 kes bi Coronayê mirine û 20 hezar kes jî li nexweşxaneyan hatine razandin.

Berpirsên tendirûstî sedema vê pêla giran a Coronayê bi kirîna pêdiviyên Newrozê, geştkirina di rojên betlaneyê yên Newrozê de û herwiha daketina asta pêbendbûna bi tedbîrên tendirûstiyê ve girêdidin.

Rudaw
Top