• Sunday, 30 June 2024
logo

Rapirsî: Hevpeymaniya Cumhur benda ji sedî 51 derbas nake

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Rapirsî: Hevpeymaniya Cumhur benda ji sedî 51 derbas nake
Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê encama rapirsiya ku di 11-14 Nîsanê de kiribû eşkere kir. Li gor rapirsiyê baweriya bi Hevpeymaniya Cumhur her diçe kêm dibe û ji sedî 90ê kesên beşdar bûne dibêjin qeyrana aborî heye. Herwiha li gor encama rapirsiyê Hevpeymaniya Cumhur benda ji sedî 51 derbas nake.

Li gor rapirsiya Kompanya Avrasyayê, ji sedî 49,0ê beşdaran dibêjin eger Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsan bibe berbijêr qet dengê xwe nadinê, ji sedî 29,3 dibêjin her dengê xwe didinê û ji sedî 10,3 jî bêbiryar in.

Ji beşdaran hatiye pirsîn gelo dengê xwe didin kîjan berbijêrê serokkomar? Di navbera Mansur Yavaş û Erdogan de rêjeya yên ku difikirin Yavaş biser dikeve ji sedî 44,5 e. Di navbera Ekrem Îmamoglu û Erdogan de jî rêjeya yên dibêjin Îmamoglu biser dikeve ji sedî 43,3 ye.

Li gor rapirsiyê rêjeya kesên ku difikirin li Tirkiye krîza aborî heye ji sedî 88,0 e. Kesên difikirin dema pandemî xilas bibe dê qeyrana aborî jî xilas bibe ji sedî 59,0 û rêjeya yên dibêjin hêvîya wan heye qeyran xilas bibe jî ji sedî 24,3ê ye.

Li ser pirsa eger `Îro hilbijartin bê kirin hun dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?` beşdaran wiha bersiv dane:

AKP: %25,8

CHP: % 21,6

ÎYÎ: %10,4

HDP: %8,0

MHP: %6,0

Partiyên Pêşeroj û DEVA ku ji nav AK Partiyê cuda bûne ji sedî 2,4 û Partiya Saadetê di ji sedî 1,4 de ma ne. Kesên bêbiryar ji sedî 20,7 in.

Dema dengên bê biryar li ser partiyan tên belavkirin jî AK Partî bi ji sedî 32,5 li pêş e û MHP dîsan di bin bendê de dimîne û dibe ji sedî 7,6. Lewra eger Hevpeymaniya Cumhur şirîkên din jî bo xwe nebîne nikare benda ji sedî 51ê derbas bike.

Rudaw
Top