• Sunday, 30 June 2024
logo

Kurdekî li Almanyayê 5 kes ji mirinê rizgar kirin

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Kurdekî li Almanyayê 5 kes ji mirinê rizgar kirin
Kurdekî ji Efrînê li Almanya deng daye û bûye qehremanekî naskirî û medyaya wî welatî, pir bi başî behsa mêrxasiya wî dike çimkî wî 5 kes ji mirinê rizgar kirin. Herwiha Serokwezîrê Herêma Baden-Wurttemberg, medalya rêzgirtinê da Mihemed.

Mihemed Hemo ji gundê Xelîl Kilko ye, li bajarê Tuttlingen ê Almanya dimîne, dema ku ji kar vedigere mal, westyayî diçe hemamê serê xwe bişo, ava dûşê pê dixe, hevjîna wî dike hawar û dibêje, zû xwe bigihîne cîranê me, agir ji belkona mala wan derdikeve.

Mihemed, bilez ji hemamê derdikeve û bi bez û lez xwe digihîne mala cîranan ew mala ku agir ji balkona wan derdiket, li derî dixe, ti kes derî venake, hemû razayî ne, agir jî her ku diçe gûr dibe. Xortê Efrînî, bi hemû hêza xwe derî dişkîne, malbat di wê kêliyê de bi xwe dihise, ew texmîn dikin ku dizek ketiye mala wan, Mihemed dibêje, ez ne dizim ez cîranê we yê Kurd im, agir bi mala we dikeve, zû ji mal derkevin.

Mihemed, bav, dayik û hersê keçên wan bi lez ji odeyên wan derdixîne û piştre, wan rizgar dike û piştre berê xwe dide agir, ji bo ku vemirîne.

Piştî 10 deqeyan tîmên vemirandina agir xwe digihînin wê malê, 5 saetan mijûl dibin, heta ku agir vedimire.

Mal jî hemû dişewite, hemû ferdên wî malbata Alman bi qehremaniya wî Kurdê Efrînê ji mirinê hate rizgarkirin.

Lewma Serokwezîrê Herêma Baden-Wurttemberg, medalya rêzgirtinê dide Mihemed, wî xelat dikin û weke qehremanekî li bajarê xwe hate naskirin.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Beden Wurttembergê jê re gotiye serlêdana mafê nasnameya Almanî bike da ku bidine wî û malbata wî.

Rudaw
Top