• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Şingalê PKKê çar endamên malbatekî bêserşûn kirine

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Li Şingalê PKKê çar endamên malbatekî bêserşûn kirine
Hemwelatiyekî Şingalê ragehand, piştî dayîk û du bira berî çend rojan hatin bêserşûn kirin, duh jî bavê wan diyar nemaye û bê serûşûne.

Hemwelatiyê qeza Şingalê Şemo Nayif Derwêş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dayîka min a bi navê Nadire Husên Seydo ya 44 salî û her du birayên min ên bi navên Levend Nayif Derwêş û Daxwaz Nayif Derwêş ku xelkê Dugirî ya ser bi qeza Şingalê ne û roja 11.04.2021ê nav Dugirî hatin bêserşûn kirin.’’

Herwaha ragehand îro 18.04.2021ê jî: ‘’Bavê min ku navê wî Nayif Derwêş e, çûye gel PKKê lê careke din nevegeriyaye û ji duh ve telefona wî daxistiye û bê serûşûn e.’’

Şemo aşkera kir, dayîk û du birayên wî xwestine biçin serdana bijîşk bikin, ji bo wê jî daxwaza otomobîlê kirine û piştî li otomobîlê siwar bûne, ti agahî ji wan nayê wergirtin û heta naha bê serûşûn in.

Herwaha got: ‘’Bavê min jî ku li gel PKKê kar dike, çûye gel wan û nevegeryaye û telefona wî jî daxistiye û peyvendiya me qut bûye.’’ Û got: ‘’Me dixwest ji Şingalê derkevin û biçin bo parêzgeha Duhokê, lê dayîk û du birayên min li gel yek û piştre jî bavê min hatin bê serûşûn kirin.’’

Basnews
Top