• Sunday, 28 July 2024
logo

Her roj 34 malbat cuda dibin

Gulan Media September 11, 2016 Civakî
Her roj 34 malbat  cuda dibin
Ji ber krîza darayî û pirsgirêkên civakî rêjeya giliyên telaqdan û ji hev cihêbûna jin û mêran li dadgehên Herêma Kurdistanê zêde dibe. Li hemberî vê yekê rêjeya mehrbirînê jî kêm dibe. Herwiha rêjeya anîna jina duwem jî zêde bûye.

Li gorî amarên Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, di 4 salên derbasbûyî de 30 hezar û 568 rewşên telaqdanê di dadgehên Herêma Kurdistanê de hatine tomarkirin. Sal bi sal jî ev hejmar zêde dibe.

Di sala 2012ê de 6 hezar û 79, di sala 2013ê de 6 hezar û 417, di sala 2014ê de 8 hezar û 777 û di sala 2015ê de jî 9 hezar û 295 rewşên telaqdanê hatine tomarkirin.

Li Herêma Kurdistanê ji bilî rojên bêhnvedanên heftane, bêhnvedanên rojên taybet, di sale de 220 rojan saziyên fermî û hikûmî kar dikin. Li gorî vê yekê rojane 34 giliyên telaq û cihêbûnê di dadgehan de tên tomarkirin.

Şirovekarê civakî yê Dadgeha Hewlêrê Karzan Ebdullah Kerîm derbarê derbarê sedemên cihêbûnê de dibêje, “Sedem gelek in. Lê yên sereke, îxaneta hevjîniyê, krîza aborî, destwerdana malbatan a jiyana taybet a jin û mêran e.” Karzan Ebdullah Kerîm herwiha diyar dike ku herî zêde zilan îxanetê li hevjînên xwe dikin.

Parêzer Roj Şêrzad jî dide xuyakirin ku “telefon, torên civakî, rêzefîlmên hinek kanalan bandorekî zêde li ser îxaneta navbera hevjînan de dike.”

Şêrzad dibêje, “Gelek caran jin ji bo başkirina rewşa mêrên xwe serdana navendên parastina jinan dikin. Lê mêr vê yekê weke sivikatiya li hemberî xwe dibînin û jina xwe telaq didin.”

Karzan Ebdullah Kerîm krîza darayî di van salên dawiyê de bûye yek ji sedemek sereke û gelek malbat jiber nebûna kirêyên xaniyan ji hev cihê dibin. Herwiha dide zanîn ku kesên ji hev cuda dibin temenê wan di navbera 22- 35 salî de ye û piraniya wan jî xwedan zarok in.

Zewac kêm bûye

Li gorî amarên Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, di 4 salên derbasbûyî de hejmara mehrbirîn û zewacê jî kêm bûye.

Di sala 2012ê de 56 hezar û 2 girêbestên hevmehrkirinê li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine îmzekirin. Lê di sala 2015ê de tenê 44 hezar û 524 girêbestên zewacê hatine îmzekirin.

Parêzer Roj Şêrzad destnîşan dike ku krîza darayî, koçkirina ciwanan, bêkarî, daxwazên zêde yên keçand dibe sedema kêmbûna rêjeya zewacên nû.

"Karesate"

Bi armanca jiholêrakrina tundiya li dijî jinan, hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2007ê de, di nava Wezareta Navxwe de Rêveberiya Giştî ya Şopandina Tundutîjiya li Dijî Jinan, ava kir.

Rêveberê Navenda Tekoşîna li Dijî Jinan li Hewlêrê Jîlemo Ebdulqadir ji Rûdawê re got, “Ji hev cudabûn mafê hemû kesan e lê di rêjeyeke wiha yê zêde de karesat e. Malbat xiradibin, du malbat dibin dijminên hev, zarok zirarê dibînin.”

Aşkirin çareser nake

Piştî zêdebûna rêjeya telaqdan û cudabûnan, hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hîmê xala 5emîn ya yasaya “Tekoşîna Li Dijî Tundutîjiya Nav Malbatê”, komîsyonek bilind a “Aşkirina Malbatan” avakir.
Li gorî yasayê hemû giliyên ku ji ber pirsgirêkên nava malbatê derketine, berî biçin dadgehê li ber destê vê komîsyon3e bên çareserkirin.

Jîlemo Ebdûlqadir diyar dike ku tenê di 7 mehên îsal de li Hewlêrê hezar û 514 gilî ligel Komîsyona Aşkirina Malbatan hatine tomarkirin. Di vê heyamê de tenê 60 pirsgirêk ji aliyê komîsyonan ve hatine çareserkirin.

Rudaw
Top