• Sunday, 30 June 2024
logo

Çavdêrekî siyasî: Dizî û talan û kuştin li Kerkûkê bûye diyarde

Gulan Media April 18, 2021 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: Dizî û talan û kuştin li Kerkûkê bûye diyarde
Çavdêrekî siyasî dibêje, kuştin û revandin û talankirin û şêlandina welatiyan li Kerkûkê bûye diyarde.

Çavdêrê siyasî Merîwan Celal ji BasNewsê re got, demek e li bajarê Kerkûkê dîsa ketina malan û şêlandin û dizîkirin zêde bûye. Wisa xuya dike destê wan hêzan li pişt wan sûcan be ku li nav bajêr bicîh bûne.

Merîwan Celal herw iha got, rewş wisa lê hatiye êdî ewên ku dikevin malan tenê diziyê nakin, mîna DAIŞê reftar dikin û çalakiyên terorîstî dikin. Ji xwe çalakiyên DAIŞê jî zêde bûne. Ev jî hemû çavkaniya xwe ji valahiya ewlehiyê digire. Bazirganîkirin û bikaranîna madeyên hişber jî zêde bûye. Ev sûcên ku min anîn ziman, êdî bûne diyarde. Kuştin û tirsandina xelkê jî zêde bûye.

Şeva îniyê komek kesên çekdar bi kincên serbazî ketin mala serokê liqa Kerkûkê ya komîteya olempîk ya Kurdistanê, Newzad Qadir û bi zora çekan dirav û otomobîl û tiştên nav mala wî dizîn. Şeva borî jî li çend taxên Kerkûkê çendîn dizî hatin kirin.

BasNewsê hewl da sebeba negirtina wan diz û çeteyan ji berdevkê polîsê Kerkûkê Amirî Nûrî bipirsê lê telefona wî girtî bû.

Basnews
Top