• Sunday, 30 June 2024
logo

Di êrişek çekdarî de Serkirdeyê Encûmena Sivîl ya Dêrezorê jiyana xwe ji dest da

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Di êrişek çekdarî de Serkirdeyê Encûmena Sivîl ya Dêrezorê jiyana xwe ji dest da
Di êrişek çekdarî de serkirdeyekî encûmena Dêrazorê ya Sivîl li ser riya navbera Hesekê-Dêrazorê jiyana xwe ji dest da.

Çend çekdarên nenas otombîla berpirsê encûmena rojhilatê Dêrazorê Zinar Kobanî navbera Hesekê-Dêrazorê kirin armanc.

Dema ku otombîla Zinar Kobanî 50 km li bakurê Dêrazorê li ser rê rawestiya bû, rastî êrişa çekdaran hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Di dema derbasbûyî de liv û tevgera DAIŞê li wan navçeyan zêde bûye û heta niha hejmarek ji karmend û berpirsên encûmenên sivîl yên Dêrazorê hatine terorkirin. Di demên derbasbûyî, çend caran Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) opersyon pêk anîne û hejmareke çekdarên DAIŞê girtine.

Di 9ê Nîsana 2021an de Fermanderê Lîwaya el-Bûseyre ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa el-Şêx Elî û 2 pasevanên wî li bajarokê el-Şihêlê ya rojhilatê Dêrezorê di encama teqîna mîneke çandî de hatibûn kuştin.

Rudaw
Top