• Sunday, 30 June 2024
logo

Berpirsê çandiniya Kerkûkê: Îsal genim kêm e

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Berpirsê çandiniya Kerkûkê: Îsal genim kêm e
Berpirsê çandiniya Kerkûkê ragihand, îsal ji ber kêmbûna baranê genim kêm bûye.

Berpirsê çandiniya Kerkûkê, Zuhêr Elî ji BasNewsê re got, îsal li gorî par baranek kêm barî, ev jî bûye sebeb ku ziyanek mezin bigehîje çandiniyê.

Zuhêr Elî her wiha got, par li Kerkûkê milyonek donim erd hatibû çandin, îsal 700 hezar donim hatiye çandin. Par 550 hezar ton genim hatibû berhevkirin lê îsal bi texmîna me bi zehmet 400 hezar ton tê berhevkirin.

Berpirsê çandiniya Kerkûkê da zanîn jî, genim kêm bûye ji ber wê jî daxwaza kirrîna genim û ceh li gorî par %26 zêde bûye.



Basnews
Top