• Sunday, 30 June 2024
logo

Grûpên çekdar li Efrînê gorên Kurdên Êzdî têk didin

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Grûpên çekdar li Efrînê gorên Kurdên Êzdî têk didin
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê goristana gundê Qîbarê ya Kurdên Êzidî çend gorên Kurdên Êzidî têk dane.

Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên taybet ji nav goristanê bidest xistine di dîmenan de, diyar dibe ku kêl û mermerên çend tirban hatine têkdan. Çavkaniyeke ku bi xwe ji gundê Qîbarê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev ne yekemîn car e ku goristanên gund li ser destê grûpên çekdar tên têkdan. Sala 2019an jî, çekdarên grûpên Islamî yên girêdayî çend gorên Kurdên Êzidî li nav goristana Qîbarê têk dabûn.

Elî Îso, Rêveberê Saziya Êzdîna, ku bi xwe Kurdê Êzidî û ji herêma Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku armanc ji têkdana goristanan jinavbirina girêdana kurdan bi dîrok û xaka wan e.

Rêveberê Êzdîna Elî Îso di derbarê têkdana gorên Êzdî de got “binpêkirinên Tirkiyê û hêzên radîkalî armanca wan jî ew e ku hemû nîşanên ku bi dîroka Kurdan ve hatine girêdan talan bikin û tune bikin. Herwiha goristanên Êzdiyan wan xerab bikin, ji ber ku Tirkiyê ticarî naxwaze grêdahiyeke vî erdî bi dîroka me hebe lê ti carî daxwaza wan bi cih neyê, ji ber ku ax axa me ye, ew jî li ser vî erdî dagirker in.”

Li gundê Qîbarê, barî êrîş Tirkiyê û grûpên çekdar 300 malên Êzidî hebûn. Hejmara Kurdên Êzidî li gund nêzî 2000 kes bû lê niha tenê 50 malbatên Êzidî vegeriya gund.Ji ber ku tenê pîremêr û pîrejin vegeriyane, hejmara wan derdora100 kesî ye

Roja 11ê adara 2018an, Çekdarên Feyleq el-Şam, ku grûpa herî nêzîkî Tirkiyê, Îxwan el-Mislimîn û Îtîlafa opozisyonê ye dest danîn ser gundê Qîbarê. Ji wê demê ve û heta niha bêhtirî 150 malbatên Ereb li nav gund li ser mal û milkê Kurdan niştecî kirine.

Rudaw
Top