• Sunday, 30 June 2024
logo

Artêşa Tirkiyê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Artêşa Tirkiyê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin
Piştî pênc rojan ji rawestandina topbarankirinê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê gundên Hoşan û Dibis yên Eyn Îsayê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şeva borî artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji gundewarên Girê Spî, gundên Hoşan û Dibis yên Eyn Îsayê herwiha riya M4 a navdewletî topbaran kirin.

Derbarê ziyanan heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Rudaw
Top