• Sunday, 28 July 2024
logo

KERKÛK - Îsal çend jinan xwe kuştiye?

Gulan Media September 6, 2016 Civakî
KERKÛK - Îsal çend jinan xwe kuştiye?
Li ser amara xwekuştina jinan di şeş mehên yekem ên îsal de li bajarê Kerkûkê polîs û saziyeke jinan hejmar û amarên cuda belav dikin. Berpirseke jinan dibêje “Amara polîsan kêm e û hejmara ku rêxistin jî dibêje pir e.”

Li gor amara ku Polîsên Parêzgeha Kerkûkê daye aliyên têkildar ên jinan, di şeş mehên yekem ên îsal de 23 jin hatine kuştin û hewldana kuştina 23 jinên din jî hatiye kirin. Herwiha 10 jin hatine revandin û gef li 62 jinan hatiye kirin û jinek jî bi xeletî hatiye kuştin, lê tenê 3 jinan xwe kuştiye.

Seroka Komîteya Karûbarên Jin û Zarokan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen derbarê amarê ji Rûdawê re ragihand “Amar metirsîdar e. Di demekê de 23 jin hatine kuştin, hewldana kuştina ewqasê din jî hatiye kirin. Ev diyar dike ku jiyana jinan çiqasî di metirsiyê de ye.”

Li Kerkûkê, piraniya jinên ku tên kuştin ji ber kêşeyên civakî ye. Hinek jin jî tên kuştin ku xelkê bajarên din in û bi piranî koçberên Ereb in.

Rêvebera Ofîsa Kerkûkê ya Komeleya Emel a Iraqî bo Pirsên Jinan Sirûd Mihemed dibêje “Ji ber şerê DAIŞê çek di malan de pir bûne û asta şîdetê jî di nav malbatan de bilind bûye. Niha li şûna gotûbêjan, çek tên bikaranîn.”

Di amara polîsan de, amaje bi xwekuştina sê jinan tenê hatiye kirin, lê behsa awayê xwekuştina wan nekiriye ka gelo xwe bi çekan kuştine yan xwe daleqandine yan jî xwe şewitandine.

Sirûdê dibêje “Em nizanin wan sê jinan xwe çawa kuştiye, qasî em dizanin berê bûyer bêhtir xweşewitandin bûn, lê niha xwekuştina bi çekan zêdetir e.”

Lê baweriya Sirûdê bi wê amara polîsan nayê û dibêje “Li gor şopandin û zanyariyên me, hejmara xwekuştinan 64 bûyer in. 54 jinan xwe şewitandiye, 10 jinan jî bi çekan an bi rêya xwedaleqandinê dawî li jiyana xwe aniye.”

Sirûdê axaftina xwe berdewam kir û got “Gelek jin dema tûşî kêşeyan dibin, qasî ku li xwekuştinê diramin, li çareseriya kêşeyên xwe naramin. Piraniya jinên ku xwe dikujin, ew in ku berê bi zorê hatine zewicandin û kesûkarên wan nehîştine ew bi xwesteka xwe mêr bikin.”

Seroka Komîteya Karûbarên Jin û Zarokan li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen herdu amarên polîs û rêxistina Sirûdê jî rexne dike û dibêje “Rast e amara ku polîs dide me li gor bûyerên ku diqewimin ne hûrbîn û kêm e. Lê em wê wek nivîsareke fermî werdigrin. Di heman demê de jî em nikarin pişta xwe bi hejmarên sazî û rêxistinan girêdin. Çimkî amarên wan ne fermî ne. Lewra em hersal rastî vê kêşeyê tên. Polîs dibêjin amarên ku rêxistin belav dikin ji bo mezinkirina bûyeran e.”

Di amarê de amaje bi revandina 10 jinan hatiye kirin, di vî warî de Sirûd Mihemed dibêje “Ji ber bêkariyê wiha li rewşê hatiye ku jin tên revandin û pere bi wan tên peydakirin.” Lê Ciwanê got “Hin ji wan dibe ku ji ber kêşeyên civakî yan ji bo pereyan hatibin revandin. Hinek jî bi kêfa xwe çûne, lê kesûkarên wan dibêjin ew hatine revandin.”

Lêkolerê civakî Ceza Ebdula dibêje, li gor amaran be, rewşa jinên Kerkûkê ne baş e û ev jî bandorê li ser rewşa malbat û zarokên wan dike “Xwekuştin û kuştina jinekê ne tenê girêdayî meseleya jinan e, lê di siberojê de bandoreke xirab li ser zarokan dirust dike û dibe ku ew malbat bi temamî ji hev bikeve. Lewra pir girîng e çareserî ji wan rewşan re bê dîtin.”

Rudaw
Top