• Sunday, 30 June 2024
logo

Kolonel Heysem Xetab: Rejîma Sûriyê bi rêya DAIŞê şoreş berevajî kir

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Kolonel Heysem Xetab: Rejîma Sûriyê bi rêya DAIŞê şoreş berevajî kir
Heysem Xetab, Kolonelê berê yê artêşa Sûriyê, ku di 2011ê de ji aliyê istixbaratê wî welatî ve hatibû girtin û 3 salan di zindana Seydnaya de bû, dibêje piştî ku rejîma Sûriyê hest kir ku xwepêşandanên 2011ê û nerazîbûna cemawerî metirsiyê li ser hebûna wî çêdike, zindaniyên radîkal ên cîhadî ji zindana Seydnaya berdan, ev jî piştî ku Civata Şêwirmendiya Cîhadiyan ji wan damezrand, ku piştre bûn DAIŞ. Hevdem Xidir Xelîfe, nivîskar û zindaniyê berê yê Sûrî van gotinên Kolonel Xetab tekez dike.

Heysem Xetab, Kolonelê berê yê artêşa Sûrî, dibêje, “Tişta zêde ez şok kirim, pirsa endamên DAIŞê ku berê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibûn zindanîkirin. Ez şok bûm dema min ew zindanî di nav rêzên DAIŞê de dîtin. Jiber vê yekê divê mirov bizanibe ku Beşar Esed wî DAIŞ çêkiriye, jiber DAIŞ zêde dijî şoreşê bû. DAIŞê di qonaxên cuda de şoreş beravêtî kir. Peywendiya rejîma Sûriyê bi DAIŞê re zêde xurt û veşartiye.”

Kolonel Heysem Xetab ligel 85 efserên din ên artêşa Sûriyê ji aliyê istixbaratê Sûriyê hatin girtin, jiber bikaranîna tundûtîjiyê dijî xwepêşanderan red kirin, Heysem û efserên hevalên xwe 3 salan di zindana Seydnaya de li jêr êşkencedanê de man, û piştre hatin berdan û li Idlibê bicîh bûn.

Heysem Xetab, Kolonelê berê yê artêşa Sûrî, diyar dike, “Ez di Êlûna di 2011ê de ji aliyê istixbaratê Sûriyê ve hatim girtin , ji aliyê Lîwaa Zuhêr Esd ve hatim girtin. Dema xwepêşansdanan dest pêkir , rejîma Sûriyê stratîcyayeke hovane dijî xwepêşanderan bikar anî, ji me xwestin em dijî wan rawestin.”

Di naverasata Adara 2011ê krîza Sûriyê bi xwepêşandanên cemawerî destpê kir, piştî 6 mehan şerê navxweyî destpê kir.

Bi dehên grûpên çekdar li seranserî welat çêbûn. Di havîna 2014ê de DAIŞê li parêzgehên rojhilatê Sûriyê serî hilda, di 10 mehan de karîbû ji sedî 43ê cugrafyaya Sûriyê kontrol bike, DAIŞê tenê şerê artêşa azad, grûpên opozisyonê û YPG-HSD kir.

Di Bihara 2019ê de li Baxoza rojhilatê Dêrezorê li ser destê şervanên HSD bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dawî bi DAIŞa çekdarî bû, lê şaneyên veşartî yên vê rêxistina radîkal li navçeyê belavin.

Rudaw
Top