• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Kerkûkê du bîrên petrolê hatin teqandin

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Li Kerkûkê du bîrên petrolê hatin teqandin
Li sînorê parêzgeha Kerkûkê her du bîrên hejmara 154 û 159 ên li kêlgeha petrolê ya Bay Hesen a li rojavayê Kerkûkê bi rêya bombeyên vedayî hatin teqandin.



Berpirsekî Polîsê Petrolê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re ragihand: “Bûyer şeva din qewimî û piştî bûyerê hêzên me çûn cihê bûyerê û agir temirandin.”



Derbarê ziyanên encama teqînan de Berpirsê Polîsê Petrolê got: “Bombe li dûrî bîrên petrolê hatibûn danîn, agirekî gelek kêm lê ket û demildest hat kontrolkirin.”



Herwiha eşkere kir: “Ti ziyanek nebû û ti bandorê li ser şandin û berhemanîna petrolê nekir.”







K24
Top