• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Xurmatû nakokî ketiye navbera milîsên Heşda Şeibî û rêveberiya bajêr

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Li Xurmatû nakokî ketiye navbera milîsên Heşda Şeibî û rêveberiya bajêr
Li bajarê Xurmatû di navbera milîsan û rêveberiya bajêr de nakokî hene û qaymeqamê sepandî yê bajêr jî îtiraf dike ku piştî derketina Pêşmerge ji bajêr, aramî venegeriyaye wir.

Berpirsê karûbarên PDKê li bajarê Xurmatû, Erselan Elî ji BasNewsê re got, ev demek e beşek berçav ji komên Heşda Şeibî û rêveberiya sepandî ya Xurmatû bi hev ketine û bi tundî li dijî hev daxuyaniyan didin û propaganda dikin.

Erselan Elî her wiha got, nakokiyên wan gelekî kûr bûne û rewş gihîştiye wê derê ku parlementerekî Heşda Şeibî li Amirlî û Xurmatû êrişî rêveberiya bajêr dike.

Ji aliyekî din, qaymeqamê sepandî yê Xurmatû, Hesen Zeynelabidîn duhî gotibû, ji wê dema ku Pêşmerge ji Xurmatû vekişiyaye ve heta niha hêzên Iraqî nekarîne rewş Xurmatû û Daquqê kontrol bikin.

Wî berpirsê Iraqî her wiha gotibû, Xurmatû bûye devereka aram bo terorîstên DAIŞê.

Basnews
Top