• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Şehbayê zarokekî 14 salî tevlî hêzên leşkerî kirin

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Li Şehbayê zarokekî 14 salî tevlî hêzên leşkerî kirin
Li Herêma Şehbaê ya bakurê Helebê ku nêzîkî 150 Hezar koçberên Efrînî lê dijîn, zarokekî 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin.

Yehya Mihemed, ku xelkê gundê Çaqmaqa ya Efrînê ye û li bajarê Tel Rifet dimîne, ji Rûdaw re got, ku kurê wî Yûsif ê 14 salî tevlî hêzên YPGê kirine.

Bavê zarokê navborî Yehya Mihemed daxwaz kir, ku kurê wî vegerînin.

Di derbarê vê yekê de, Xalid Cebir, hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê, ji Rûdaw re got ji ber ku devera Şehbayê ne girêdayî ofîsa wane, agahiyên wan li ser rewşa wî zarokî tune ne.

Cebir eşkere kir, ku tevî wê yekê jî, ew ê hewil bidin rewşa wî zarokî bişopînin û tiştê ji destê wan derkeve, ew ê ji bo wî bikin.

Rudaw
Top