• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin

Gulan Media April 17, 2021 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê endamekî Supaya Pasdaran hat kuştin
Endamekî Supaya Pasdaran li gundekî sînorê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê grûpeke nenas ve hat kuştin.

Li gor raporteke Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê; “Êvara înê 16ê Nîsana 2021ê, grûpeke nenas li ser rêya gundê Zîwe yê ser bi Pîranşarê, otomobîlek dane ber gulleyan û kesê di nav otomobîlê de hatiye kuştin.”

Li gor zanyariyên rêxistinê, kesê ku hatiye kuştin navê wî “Osman Hacî Husên” e û xelkê Pîranşarê ye û bûye 17 sal endamê Supaya Pasdaran e.

Herwiha eşkere kiriye ku piştî bûyerê, termê wî bo nexweşxaneya Pîranşarê hatiye veguhsetin.

Çend demjimêr piştî bûyerê, grûpeke bi navê Eyloyên Zagrosê ku grûpeke serbazî ya nêzîkî partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, berpirsyariya kuştina wî kesî, li ser xwe girtin.

K24
Top