• Sunday, 30 June 2024
logo

Sê welatên Erebî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kirin

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Sê welatên Erebî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kirin
Bertekên cîhanî yên li hember êrişa şeva Çarşemê ya li ser Hewlêrê berdewam in û vê carê welatên Siûdiye, Urdin û Behrêynê ew êriş bi tundî şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Siûdiyê jî êrîşa şeva borî ya li ser Balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û weke “êrîşeke sitemkar” binav kir.

Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de dibêje: “Em bi tundî êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Herweha got jî, ku bi hemû şêweyî wê êrîşa sitemkar red dikin, û weke gefekê li ser aramiya Iraqê û navçeyê, çûnûhatina balafirvaniyê û hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê binav kir.

Di daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Siûdiyê tekez dike, ku ew bi temamî piştgîriya xwe ji bo Iraqê tekez dikin û hemû şêwazên tundûtîjî û terorê red dikin.

Urdin êrîşa ser Hewlêrê û teqîna Bexda şermezar dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê, Zeyfulla Elî Fayiz jî di daxuyaniyekê de êrîşa ser Hewlêrê û teqîna duh a li Bexdayê l şermezar kir û weke “êrîşên terorîstî” bi nav kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê dibêje, ew bi tundî wan kiryarên terorsîtî yên tirsenokî şermezar dikin ku armanca wan têkdana aramî û asayîşê ye. Zeyfulla Elî Fayiz diyar dike, “ew kiryarên terorîstî berovajî tevahiya nirx û bingehên mirovahî û olî ne, Urdin bi hemû awayekî, tundûtîjiyê û terorê red dike û tekez jî dike, teror hemû aliyan bê ferq û cudahiyê armanc dike.”

Li gor daxuyaniyê, Urdin piştevaniya xwe ji bo Iraqê radighîne û piştevaniya her gavekê li dijî wan kesan dike ku dixwazin metirsiyê li ser aramî û asayîşê çêbike. Di daxuyaniyê de hatiye, “gefxwarin li Iraqê, gefxwarina li ser aramî û asayîşa navçeyê ye.”

Behrêyn êrîşa ser Balafirxaneya Hewlêrê şermezar dike

Wezareta Derve ya Behrêynê jî daxuyaniyek derbarê êrîşa ser Hewlêrê de belav kir û ragihand, ew bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin ku Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê li Iraqê kiriye armanc.

Li gor daxuyaniyê, “êrîşkirina ser Balafirxaneya Hewlêrê, kiryareke terorîstî ya tirsenokî ye, yasaya navdewletî û binemayên mirovahiyê binpê dike. Behrêyn piştevaniya xwe ji bo Iraqê nîşan dide û piştevaniya hemû rêkarên hikûmetê dike ji bo parastina aramî û asayîşa Iraqê, bi taybetî serwerî û berjewendiyên wê. Ji ber vê yekê em bi girîng dibînin ku Civaka Navdewletî jî bi tundî wan kiryarên terorîstî şermezar bike ku aramnca wan zêdekirina ne aramî û têkdana seqamgîriya Iraqê ye.”

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî her şev ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan. Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihan, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin, “piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatiye kirin.”

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, jibo diyarkirina çavkanî û cihê hatina dornê lêkolîn berdewam in.

Serokê Herêma Kurdistanê ev êriş weke êrişeke terorîstî bi nav kir û ragihand: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa şeva bihorî peyamek belav kir û tevî bi tundî şermezarkirina wê “êrişa terorîstî” ragihand: “Her grûpeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlekariyê yên fermî yên Iraqê de nebe, divê yekser ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di rojên bê de, ez dê li gel hevbeşên me li Iraq û Civaka Navdewletî li ser rêkarên cîbicîkirina vê gavê gotûbêjan bikin.”

Rudaw
Top