• Sunday, 30 June 2024
logo

Komkara Erebî êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Komkara Erebî êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir
Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebûlxêt êrîşa duh bi şev a ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebûlxêt êrîşa duh bi şev a ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û got: “Ew êrîş berdewama wan karên wêrankariyê ye ku armanca wan jinavbirina heybeta dewleta Iraqê û têkbirina asayîş û aramiya temamê Iraqê ye.”

Ehmed Ebûlxêt îro bi daxuyaniyekê diyar kir: “Aramiya Herêma Kurdistanê beşek e ji aramiya Iraqê.” Herwiha daxwaz kir; rûbirûyî hemû wan hewlên ku yekîtiya Iraq û serweriya wê dikin armanc, bibin.

Ebûlxêt destnîşan kir ku Komkara Erebî piştevaniya hewldanên hikûmeta Iraqê dike "ji bo rûbirûbûna teror û çekên derveyî yasayan û sepandina yasayan ji bo parastina serweriya Iraqê û ewlehî û seqamgîriyê".

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duh êvarê ragihand; bi rêya firokeyeke bêfirokevan êrîşek li dijî hêzên Hevpeymaniya Havdewletî yên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan û di êrîşê de ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Basnews
Top