• Sunday, 28 July 2024
logo

TRAJEDÎ – Jin û mêrê kurd xwe xeniqandin

Gulan Media September 6, 2016 Civakî
TRAJEDÎ – Jin û mêrê kurd xwe xeniqandin
Soma û Armanc tenê 3 mehan ligel hev man. Somayê xwe kuşt û roja paşî jî Armanc xwe xeniqand.

Armanc Omer ê 28 salî û Soma Husên a 16 salî nîştecihê gundê Çoman a ser bi nahyeya Basnê ya bajarê Silêmaniyê bûn. Beriya 3 mehan Soma û Armanc zewicîn. Somayê di sibeya roja 25ê Tebaxê de, li mala kevn a xezûrê xwe de xwe xeniqand. Hevjînê wî Armanc jî 24 demjimêr piştî wê, di duwemîn roja taziya Somayê de xwe bi darekî ve hilawêst.

Çoman nêzîkê sînorê Şabedîn e û dikeve ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Rûbar vî gundi dike du beş, beşek dikeve Rojhilat û beşê din jî Başûr. Armanc xelkê Başûr bû, Soma jî yê Rojhilat.

Birayê mezin ê Armanc, Reûf Omer ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ti pirsgirêkeke vê malbata nû nebû lê bi gotina Reûf, pirsgirêkên derûnî yên Somayê hebûn. Lewma jî piştî dawetê Armanc ji malbata Somayê re gotiye ku ew naxwaz vê zewacê berdewam bike lê malbatê ev yek qebûl nekiriye.

Reûf Osman behsa roja xwe xeniqandina Somayê jî kir û wiha axivî:

“Somayê wê şevê ji Armanc re gotiye ez ê herim li mala bavê te razêm. Lê neçûye û piştî ku Armanc razaye ew jî çûye nav mala kevn û vala ya xezûrê xwe, li wir xwe xeniqandiye.”

Armanc xwe ji bo çi xeniqand?

Piştî mirina Somayê, di duwemîn roja taziya hevjîna xwe de Armanc jî xwe li darekê nêzîkê mala xwe hilawêst û xeniqî.

Derbarê vê yekê de Berdevkê Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê Saîd Selam ji Rûdawê re got, “Armanc xwe bi kirasê xwe xeniqandiye. Heta niha jî sedema vê xwekuştinê ne diyar e.”

Lê malbata Armanc dibêje, “Xelkê gund digotin Armanc jina xwe kuştiye. Wî jî ji ber van bêbextiyan xwe ranegirt. Gotegotan derûnê wî têkdabû.”

Rûdawê serdana mala Somayê kir. Bavê wê Husên Ferec got ku ti pirsgirêkek di navbera Soma û Armancî de nebûne û herwiha mal xezûr jî ji bo keça wî baş bûne.

Derbarê rewşa derûnî ya Somayê de jî Ferec diyar kir ku Soma carina aciz dibû lê ti caran hest bi wê nekirine ku pêwîstî bi doxtor û dermanan hebin.

Li gorî gotina bavê, 6 roj beriya vê bûyerê Somayê serdana mala bavê xwe kiriye. Husên Ferec dibêje, “Eger keça min bigota ez naçim mala hevjînê xwe, min ew nedişand. Lê ti pirsgirêkek wiha nebû.”

Husên Ferece herwiha got ku ew bi ti awayê zavayê xwe bi kuştina keça xwe tometbar nakin, herwiha wan di vî warî de ti guvaş jî ne xistine ser Armancî da ku naçar be xwe bikûje.

Rudaw
Top