• Sunday, 30 June 2024
logo

Du serbazên Îranê li ser sînorê Belûçistanê hatin kuştin

Gulan Media April 16, 2021 Nûçe
Du serbazên Îranê li ser sînorê Belûçistanê hatin kuştin
Du serbazên Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan a li başûrê rojhilatê wî welatî û li ser sînorê Pakistanê hatin kuştin.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Pasevaniya Sînor a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ragihandiye, ku du serbazên ser bi wê hêzê roja Pêncşemê 15ê Nîsanê li sînorê qezaya Serawanê hatine kuştin.

IRNAyê diyar kiriye, di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Pasevaniya Sînor a Sîstan û Belûçistanê de hatiye gotin: “Du serbazên hêzên pasevaniya sînor ên ser bi pasevanên sînorî yên li Serawanê, bi navên Seyid Ebûlfezl Haşimî û Mihemed Nesîrî di rêya parastina sînorên Îrana Îslamî de şehîd bûne.”

Derbarê çawanî û sedema bûyera kuştina wan herdu serbazan de ti hûrgilî nehatiye ragihandin.

Herdu serbaz xelkê wê parêzgehê bi xwe bûne.

Hatiye ragihandin, Seyid Ebûlfezl Haşimî xelkê bajarê Zahidanê, navenda parêzgeh û û Mihemed Nesîrî xelkê qezaya Zêhek ya heman parêzgehê bûye.

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê gelek caran şer û pevçûn di navbera hêzên Îranê û grûpên çekdar ên dijî Komara Îslamî yan jî grûpên çekdar ên bazirganên maddeyên hişber de çêdibe.

Sê sal beriya niha di êrişekê de bo ser otobuseke karmendên Supaya Pasdaran li wê parêzgehê 27 kes hatibûn kuştin.

Ceyş El-Edl berpirsyariya wê êrişê li xwe girtibû.

Rudaw
Top