PROJEYA GIRING – Jin dibin pêşeng!
Biryara jimare 1325ê ya sala 2000î ya Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî (NY) teybet e ji bo parastina jinan ji şer û pevçûnan. Niha wezaretên Nevxwe, Tendurustî û Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê û Civata Bilind a Karên Jinan kar liser cîbicîkirina vê plane dikin.
Bi armanca vê yekê roja 1ê Îlonê konferansek hate sazkirin û projeya pêkanîna vê biryarê jî hate eşkerekirin.
Endama Civata Bilind a Jinana Emel Celal ji Rûdawê re ragihand, naveroka biryarê amaje bi parastina jinan ji nêvengên şer û pevçûnan dike. Bi teybet jî ji bo jinên li welatên Rojhilata Navîn derbas dibe ku di dema şer û pevçûnan de herî zêde jin û zarok dibin qurbanî û rastê destdrêjiyê tên.
Li gorî gotina Emel Cemal ev biryar ji çend xalan pêk tê ku ew jî ev in;
Yek: di nav şer û pevçûnan de parastina jinan. Du: Derxistina şiyana jinan da ku bikarin rola serkirde û pêşengiyê di nava welatê de bigrin ser milê xwe. Sê: Jinên penaber di desteya rêveberiya kampan de hebin. Çar: Ji bo kar û jiyana jinan derxistina yasayên taybetî.
Li Kurdistanê wezaretên pêwendîdar kar dikin
Iraq yekemîn welatê Rojhilata Navîn e ku ev biryar erê kiriye û plana nîştîmanî bo vê yekê amade kiriye.
Emel Celal di vê mijarê de got:
“Di nav hikûmeta Iraqê de rêveberiyeke taybetî ya hemahengiyê hatiye damezrandin û plana nîştîmanî hatiye amadekirin. Plan, parastina jinan, derxistina yasayan ji bo jinan û hişyarkirina wan hatiye danîn. Li Kurdistanê jî wezaretên pêwendîdar vê plane cîbicî dikin.”
Li gorî vê plane, divê biryar di heyama salekê de were pêkanîn.
Endama Civata Bilind a Jinana Emel Celal ragihand, “Di çarçoveya vê masterplanê de kar liser jinên penaber û koçber dê bê kirin. Ji bo jinên Herêma Kurdistanê jî me 2 girêbest ligel wezaretên Nexwe û Karûbarên Civakî îmzekiriye. Wezareta Karûbarên Civakî dê çaksaziyê di sîstema navendên parastina jinan de bike û hewla başkirina rewşa jinan bide. Wezareta Navxwe jî dê hemahengiyê ligel rêveberiyên Tekoşîna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan û herwiha tîmên mobîl ên hişyarkirina jin û keçên penaber, bike.”
Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ji niha ve çend planek ji bo pêkanîna vê biryarê amade kiriye.
Nûnera Wezareta Perwerde Newroz Ebdûllah ji Rûdawê re got:
“Yek ji xala plane ew e ku ji 8 salî heta 18 salî xwedekarên keç û kur hişyar bikin.”
Newroz Ebdûllah eşkere kir ku plana duwem jî ji bo perwerdekirin û pêgihandina jinên pêşneg û serkirde ye. Ew jî bi rêya seminar û perwerdeyên li rêveberiyên giştî yên wezaretan û parêzgehan e.
Li gorî masterplanê divê jinên koçber jî di rêveberiya kampan de cîh bigrin.
Derbarê vê mijarê de jî Seroka Rêxistina Dak ku taybet e ji bo pirsgirêkên jinên Ezidî, Sozan Sefer ji Rûdawê re ragihand ku wan di vê hefteyê de bi hevkariya rahêneran, bi xwebexşî dest bi hişyarkirina jinên kampan kiriye.
Sefer wiha got:
“Pêkanîna vê plane ji bo jinana pir giring e. Jin û keçên ku bikarin kampên xwe birêve bibin gelek in. Dikarin weke polîs ji bo parastina ewlekariyê jî erk werbigrin.”
Kurdistan ji Iraqê baştir e
Ev çend sal in li Herêma Kurdistanê hejmarek rêveberî û ofîsên parastina jinan hatine vekirin. Parlamentoya Kurdistanê jî derbarê parastinan jinan de yasayên taybet derxistiye. Lê belê rewşa Iraqê di vê mijarê de baş birêve naçe.
Endama Komîsyona Jinan li Parlamentoya Iraqê Rêzan Dilêr derbarê vê yekê de eşkere kir ku ev 2 sal in ew dixwazin ji bo başkirina rewşa jinana çned yasayekî derbixin lê heta niha jî ev yasa nehatine pesendkirin.
Dilêr got:
“Heta niha jî Parlamentoya Iraqê yasaya Tundûtîjiya Nav Malbatê pesend nekiriye. Li Iraqê navendên parastina jinan nînin. Ji ber vê ew tiştên behs dikin tenê di gotin de dimîne.”
Rudaw