• Sunday, 24 November 2024
logo

Qamişlo: Zehmetiyên jina karker

Gulan Media August 31, 2016 Civakî
Qamişlo: Zehmetiyên jina karker
Jin li Rojavayê Kurdistanê karê giran û zehmet dikin, ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyana rojane û carcaran karê mêran dikin, ew jî ji ber sedema ku ciwan û xortên nûhatî newêrin dakevin kolanan kar bikin, ji metirsiya leşkeriya neçar.
Ji aliyekî din ve, jinên ku penaber bûne ji deverên şer û pevçûnan gelek astengiyan dibînin û têne istixlal kirin û karên giran û demjimrên dûrdirêj kar dikin.

Suad xelef keçeke ji welatiyên bajarê Şedadê ye û koçberî Rojavayê Kurdistanê bûye, neçar dimîne ku weke mêran karê giran û dijwar bike, da ku pêdiviyên sereke ji malbata xwe re bidest bixe. Suad bi dilekî xemgîn serpêhatiya xwe tîne zimên û dibêje: “Ew roj bi roj karên girantir dike û pêşbîn dike ku jiyana wê bi vî awayî derbas bibe.”

Li Rojavayê Kurdistanê gelek jin mîna Suadê dadikevin qadên kar bi beşên zehmet û asê, vê diyardeyê rû da bi sedema xizaniyê û buhabûna nirxê pêdiviyan. Jinên karker didin zanîn ku, ew neçar in li rex mêran kar bikin, çimkî mêr bi tena xwe nema dikarin pêdiviyên jiyanê ji malbatên xwe re bi dest bixin .

Di çend salên borî de diyardeya beşdariya jinê li kar bi berfirehî derket holê ku, barên giran hildigire û demjimêrên dûrdirêj kar dike, ji ber rewşên şer û koçberiyê, herweha beşek ji ciwanên deverê ji tirsa leşkerkirinê re, newêrin dakevin kar û kolanan, loma tê xuyakirin ku di vê qonaxê de jin ziyaneke berçav werdigire



K24
Top