• Monday, 01 July 2024
logo

Hêzên Rûsî ji Til Rifet û Şehbayê vedikişin

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Hêzên Rûsî ji Til Rifet û Şehbayê vedikişin
Li gor zanyariyan beşeke mezin ji hêzên Rûsyayê ji derdora bajarê Tel Rifet û navçeya Şehbayê vekişiyane ku hêzên YPGê li wan navçeyan hene.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Tel Rifetê ji Rûdawê re ragihand ku zanîn ku beşeke mezin ji hêzên Rûsî roja Sêşemê, 13/04/2021, ji 2 binkeyên sereke ji derdora bajarê Tel Rifetê vekişiyane.

Heman çavkaniyê diyar kir ku karwanên hêzên Rûsî bi erebe û otomobîlên serbazî ji binkeyan vekişiyane û ber bi navçeyên li jêr destî hikûmeta Sûriyê çûne.

Herwiha li gor zanyariyên çavkaniya taybet, heta niha jî beşek ji hêzên Rûsî li binkeyên serbazî mane.

Li gor medya nêzikî Rêveberiya Xweser jî, hêzên Rûsî duh, derdora demjimêr 09.30 ji xalên serbazî yên li gundên Til Rifet, Şêrewa û Kiştehareyê vekişiyan.

Her li gor wan ajansa, Rûsyayê ragihandiye ku dê ji Şehbayê derkevin û derbasî hêrêmên di bin destê hikûmeta Sûriyê de bin li Helebê.

Ev yek di demekê de ye ku vekişîna hêzên Rûsî ji navçeyê bûbû cihê nerazîbûnê xelkê li navçeyê û xelkê bi vêxistina agir li ser hinek rêyan nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew bajarok Sibata 2016an ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Til Rifet xwedî girîngiyeke stratejîk e

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Rudaw
Top