• Monday, 01 July 2024
logo

Xesrew Goran: PDK dê li Kerkûkê beşdarî helbijartinê bibe

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Xesrew Goran: PDK dê li Kerkûkê beşdarî helbijartinê bibe
Berpirsê saziya helbijartinên PDKê ragehand, partiya wan li Kerkûkê dê beşdarî helbijartinên pêşwext ên Iraqê bibe.

Berpirsê saziya helbijartinên PDKê Xesrew Goran ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK li Kerkûk û hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê beşdarî helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê dibe.’’

Xesrew Gorran got, partiya wan naha kar li ser diyar kirina navên namzedan li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên din dike û navan dê dema xwe de radestî komîsyonê bikin.

Berpirsê saziya helbijartina PDKê dibêje, helbijartinên pêşwext ku biryare roja 10.10.2021ê dê birêve biçin û ji helbijartinên bere cudatir e: ‘’Taktîkên zêde dixwaze, eger kurd amadekariyeke baş bikin dê dengên baş li wan navçeyan bidest bixin.’’

Derbarê amadekariyên PDKê de jî Xesrew Goran got: ‘’PDKê amadekarî kirine û tişta pêwîste bo wê kirine.’’

Basnews
Top