• Sunday, 30 June 2024
logo

Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna sersala olî ya Êzdiyan

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bi boneya cejna sersala olî ya Êzdiyan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna sersala olî ya Êzdiyan, Çarşema Serê Nîsanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala olî ya Êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Êzdî dikim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo dawî hatina êş û azarên xûşk û birayên Êzdî û di aramî û aştiyê de cejn û helkeftên xwe bikin.

Di vir de ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe ya li çaresernebûna rewşa Şingalê û venegeriyana koçberan, ewe dûpat dikim ku bi tevahî palpiştiya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzdî me û daxwaz jî dikim yekrêziya navxweyiya biparêzin û rê nedin dengên bela vela û xerîb ziyanê bi nasname û maf û ol û paşeroja wan bigihîne û pêwîst dike hemû bi yekgirtî ve li ser maf û daxwazên xwe yên rewa pêdagir û mikur bin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

13ê Nîsana 2021ê

K24
Top