• Monday, 01 July 2024
logo

Îro 33 sal bi ser prosesa reş ya Enfalê re derbas dibe

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Îro 33 sal bi ser prosesa reş ya Enfalê re derbas dibe
di encam de 182 hezar Kurdistanî hatin şehîdkirin û wendakirin.
Prosesa han di 14ê Nîsana 1988an li Gerimiyanê gehêşte asteke gelek metirsîdar.

Di 23ê meha Sibata 1988an de rejîma hilweşiyayî ya Besê bi mebesta ji nav birina gelê Kurdistanê, li dijî gelê Kurd dest bi proseyeke nû ya êrîş kirinê kir.

Di prosesa han ya wan êrîşan de ku bi prosesa reş ya Enfalê tê nasîn, tevahiya bajar, bajarok û gundên Kurdistanê ketin ber hovîtiya rejîma Bes ya dîktator.

Ev êrîşên han di 14 Nîsana 1988an de li devera Gerimiyanê gehêşte asteke metirsîdar û gelek bajar, gund û cîhên nîştecîhbûnê li Kurdistanê hatin wêrankirin.

Ji bilî vê jî hijmareke zêde Kurdistanî di encama prosesa reş ya Enfalê de yaku pişta xwe bi ayeteke quranê girêdabû, hatin şehîdkirin û hijmareke din jî bo cîhên din yên li başûrê Îraqê hatin veguhastin.

Armanca rejîmê ji prosesa han ya reş ji aliyeke ve ji nav birina jêrxana abûriya Kurdistanê û ji nav birina jîngeha Kurdistanê bû û ji aliyeke din ve jî genocide kirina gelê Kurdistanê bû.

Di dawî de bi giştî 182 hezar Kurdistanî di encama prosesa han ya reş de hatin şehîdkirin û wendakirin.

Ev di demekê de bû ku di roja 31ê temûza 1983an de rejîma kujer zêdetir ji 8 hezar welatiyên din yên Kurdistanê şehîd kiribû û ev yek jî bi enfal kirina Barzaniyan tê nasîn.

Top