• Sunday, 30 June 2024
logo

Iraq hêzên zêdetir dişîne navçeyên sînorî yên Şingalê

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Iraq hêzên zêdetir dişîne navçeyên sînorî yên Şingalê
Iraq ji bo parastina sînorên Şingalê li gel Rojavayê Kurdistanê hêzên zêdetir dişîne navçeyê, duh Wezîrê Navxwe yê Iraqê li gel Serokerkanên Srtêşa Iraqê serdana Şingalê kirin. Di seredanê de biryar hat dayîn ji bo rêgirîkirin li qaçaxçiytiyê li ser dirêjahiya 80 kîlometran kamîreyên çavdêriyê bên danîn.

Serokerkanê Artêşa Iraqê li gel Wezîrê Navxwe yê Iraqê bi çar firokeya çûn rojavayê navçeya Şingalê û serdana deverên sinorî kirin ku berî çend rojan qaçaxî li wan deveran dihat kirin.

Li wê derê hat behskirin ku ew dê ji bo rêgirîkirin li qaçaxçiytiyê li ser dirêjahiya 80 kîlometran kamîreyên çavdêriyê danin.

Rêveberê Peywendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê Lîwa Seîd Emîn ji Rûdawê re got: “Alîkariyên me ji bo yekîneyên ewlekarî yên li ser sînor berdewam in ji bo parastina sînor û nehiştina qaçaxçîtiyê.”

Sê lîwayên polîsên fedralî qedera 150 kîlometra çavdêriya sînor dikin, Wezîrê Navxwe yê Iraqê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ew dê bi temamî sînorên Iraqş biparêzin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Alxanimî got: “Em dê piştî pejirandina budceyê dest bi avakirina hêzan bikin û em dê sînor biparêzin, heta ku em sînor bi temamî ji aliyê hêzên parastina sînoran ve biparêzin, ew jî li gorî peyman û yasayên navdewletî yên derbarê parastina sînoran de.”

Piştî serdana berpirsên Iraqê bo deverên sînorî, gihîştin rêkevtinş ku artêşa Iarqê bi hemahengî li gel polîsên federalê dê beşekî ji sînorê Iraq û Sûriyê biparêzin.

Şandeke hikûmeta Iraqê serdana xalên sînorî di anvbera Iraq û Sûriyê de kirin û da zanîn ku dê di demeke nêzîk de hêzeke xwe ya zêdetir bo deverên sînorî bişînin.

Rudaw
Top