• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Îlam 450 çalakvanên torên civakî hatin destgîrkitin

Gulan Media August 28, 2016 Civakî
Li Îlam 450 çalakvanên torên civakî hatin destgîrkitin
Navenda Femandeya Ewlekariya Entirnêata parêzgeha Îlam ragehand ku, di helmetekê de bo ser çalakvanên torên civatî li parêzgeha Îlam a Kurdistana rojhilat, rêveberê 450 malper, kenal û girûpên torên civakî hatin destgîrkirin.

Îro 27 Tebaxê, Berpirsê Navenda Femandeya Ewlekariya Entirnêata parêzgeha Îlamê ji malpera Ray Dana re ragehand, rêveberên 450 malper, kenal û girûpên torên civakî li wê parêzgeha Kurdistanî hatin destgîrkirin bi sedema ku wan kesan dijî asayişa neteweyî ya Îranê tevgeriyabûn.

Herwiha got: “Destgîrkirina wan kesan jibo parastina ewlekariya niştimanî û neteweyî ya îranê de ye.”

Bi gotina wî berpirsê Îranî, torên civakî û Intirnêt bûye sedema peydabûna pirsgirêkên civakî jibilî ku ew tore û malperên entirnêtê fişar û metirsîdarêiyê li ser ewlekariya niştimanî pêkanîne.

Basnews
Top