• Monday, 01 July 2024
logo

Laschet û Soder ji bo berendamiya serokwezîriya Almanya rikeber in

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Laschet û Soder ji bo berendamiya serokwezîriya Almanya rikeber in
Li Almanya 26ê Îlona îsal hilbijartin têne encamdan. Partiyên Yekîtiya Krîstiyan (CDU) û Partiya Yekîtiya Sosyal a Krîstiyan (CSU) berendamekî ji bo serokwezîriyê destnîşan dikin. Serokê Giştî yê CDU Armin Laschet û Serokê CSU Markus Soder berbijêriya xwe ragihandin. Rikeberiya di navbera wan de germ bûye.

Herdû partiyên CDU û CSU yên Almanyayêî piştgiriya xwe ya temam bo berbijêrên xwe yên ji bo hilbijartinên 26ê Îlonan îsal eşkere kirin.

Siyasetmedarê dêrîn ê CDU ku di heman demê de Serokê Meclisa Federal e Wolfgang Schaeuble jî bi riya vidyokonferansê beşdarî civîna partiya xwe bû û piştgiriya berendamiya Laschet kir.

Serokê Giştî yê CDU Armin Laschet diyar kir ku piştgiriya partiya wî ji bo wî pir girîng e û ewê ji bo yekalîkirina berendamiyê di nava demeke kurt de seredana CSU bike.

Ev herdû partiyên bira CDU û CSU berendamê xwe bi hev re diyar dikin. Biryara ev yek vê heftiyê zelal bibe.

Di hilbijartinên 26ê Îlonê de Merkel dawiyê li karê xwe yê siyasî tîne û nabe berbijêr.

Rudaw
Top