• Sunday, 30 June 2024
logo

Kanadayê firotina teknolojiya dronê bi Tirkiyê rawestand

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Kanadayê firotina teknolojiya dronê bi Tirkiyê rawestand
Hikûmeta Kanadayê roja Duşemê rêpêdana firotina teknolojiya dornê bi Tirkiyê, hilweşand û ew yek bûye sedema dilgiranî û nerazîbûna Tirkiyê. Ew yek di demekê de ye ku herdu welat endamên NATOyê ne.

Wezîrê Derve yê Kanadayê, Marc Garneau ragihandiye, hilweşandina wê rêpêdanê piştî wê yekê hat ku piştrast bû hêzên Azerbaycanê di şerê herêma Nagorno Karabaxê de sûd ji wê teknolojiyê wergirtine.

Tirkiye weke Kanadayê endamê Hevpeymaniya NATOyê ye, lê hevpeymanekî serekî yê Azerbaycanê ye jî.

Di şerê herêma Nagorno Karabaxê de ku mehên dawiya sala bihorî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de derkert, Tirkiyê bi aşkere piştgiriya Azerbaycanê kir. Di wî şerî de hêzên Azerbaycanê karîn navçeyeke berfireh ji dest hêzên Ermenistanê derbixin û kontrol bikin.

Wezîrê Derve yê Kanadayê herwiha diyar kiriye, li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu axiviye û têkildarî bikaranîna teknolojiya drona Kanadayê ji aliyê Azerbaycanê ve dilgiraniya xwe ya ciddî gihandiye wî û jê re gotiye, “tişta ku çêbûye li dijî siyaseta derve ya Kanadayê û garantiya Enqerê ye ku pêştir dabû welatê wî.”

Kompanyaya L3HarrisWescam ku kompanyayeke giring ê teknoljiyayê ye û şaxeyeke wê li Kanadayê ye, di salên bihorî de teknolojiya dronê daye Tirkiyê.

Di Cotmeha bihorî û piştî belavbûna nûçe û zanayriyan têkildarî bikaranîna wê teknolojiyê ji aliyê Azerbaycanê ve di şerê herêma Nagorno Karabaxê de, Kanadayê firotina wê teknolojiyê bi Tirkiyê rawestand, lê duh Duşemê 12ê Nîsanê biryar da ku rêpêdanên taybet bi firotina teknoljiyê hilweşîne.

Biryara Kanadayê bû sedema dilgiranî û nerazîbûna berpirsên Tirkiyê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Mevlut Çavuşoglu di pêwendiyeke telefonî de li gel hevtayê xwe yê Kanadayî dilgiraniya welatê xwe li hember wê biryarê û “helwêsta Kanadayê jibo sînordarkirina warê pîşesaziya berevaniyê gihandiye wî.”

Çavuşoglu herwiha daxwaz ji hevtayê xwe yê Kanadayî jî kiriye, ku “pêdaçûnê bi vê helwest û biryara xwe bikin.”

Ji heyama çend salên bihorî ve hinardekirina kelûpelên serbazî yên Tirkiyê bo Azerbaycanê gelek zêde bûye, bi awayekê ku tenê di meha Îlona bihorî de Enqerê bi buhayê zêdetir ji 77 milyon dolarî dron û keresteyên din ên serbazî firotibû Bakuyê.

Rudaw
Top