• Sunday, 30 June 2024
logo

HDPyê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bibîr anî

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
HDPyê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bibîr anî
dibêje bi Enfalê re xwestin dîrok û hebûna gelê Kurd ji nav bibin.
HDPyê di salvegera Komkujiya Enfalê de daxuyaniyek weşandiye û qurbaniyên komkujiyê bibîr anîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera Komkujiya Enfalê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku “Em qurbaniyên Enfalê birêz û minet bibîr tînin.”

HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “Kesên duh komkujî dikirin di dîrok û wicdanê mirovahiyê de mehkûm bûne, êrîşkarên îro jî wê nikaribin xwe ji heman aqûbetê rizgar bikin.”

Daxuyaniya HDPyê wiha ye:

“Bi Qetlîama Enfalê re xwestin dîrok, çand û hebûna gelê kurd ji holê were rakirin. Îro jî ew kesên hewes dikin bibin weke rejîma Seddamî, hêzên dixwazin bi qetlîamên li dijî kurdan, bi polîtîkayên ‘xenîmetan’, bi tevgerên dagirkirinê encaman bidest bixin, çavkaniya xwe ji feraseta Enfalê werdigirin.

“Piştî Qetlîama Enfalê ku yek ji wan qetlîamên herî mezin a dîrokê ye û Helebceyê, gelê kurd careke din xwe afirandiye. Digel ku heta roja me gelek qetlîam lê hatiye kirin îro ew xurtir e û bûye yek ji civakên herî azadîxwaz û polîtîk ên Rojhilata Navîn. Her weha îro jî ti qetlîam û êrîşên li ser wê dê encaman bidest nexin, wê nikaribin azadiya gelê kurd asteng bikin. Kesên duh komkujî dikirin di dîrok û wicdanê mirovahiyê de mehkûm bûne, êrîşkarên îro jî wê nikaribin xwe ji heman aqûbetê rizgar bikin.

“Bi wesîleya 14ê Nîsanê, Roja Bîranînê ya Qurbaniyên Enfalê em careke din qurbaniyên qetlîamê bibîr tînin, em careke din vî sê mirovahiyê yê li gelekî hatiye kirin lanet dikin. Em li ber bîranîna wan mirovên ji ber sekn û berxwedana rewa û mafdar hatine qetilkirin, serê xwe ditewînin.”

Ji bianetê hatiye wergirtin. Ktv
Top