Joe Biden, hatina meha Remezanê li mislimanên cîhanê pîroz kir
Biden dîyar kir ku ewê jiber pandemîya vîrusa korona îsal kombûn û pîrozbahî tune bin, lê da zanîn ku dîsa jî komên Misilman bi hêvîya nû pêşwazîya meha Remezanê dikin.
Biden got: ‘’Amerîkîyên Misilman welatê me ji destpêka avabûna wê ve xurttir kirin. Ew wek Amerîka ya di avabûna wê de alîkarî kirine li ser xwe ne û bi rengên cuda ne.’’
Biden dîyar kir ku Misilman di têkoşîna dijî vîrusa korona de rêberîyê dikin, di çêkirina vaksînan de roleke pêşeng dilizîn û karmendên wan yên tenduristiyê di têkoşînê de li rêzên pêşî ne.
Serokê Amerîka da zanîn ku dîsa jî Misilmanên Amerîkî rastî zordestî û kiryarên nefretê tên û dîyar kir ku divê ew bi dawî bibin û li welêt herkes bêtirs bawerîya xwe bijî.
Biden got ku çalakîyên Remezanê yên Qesra Spî dê îsal bi awayekî onlayn li dar kevin û dîyar kir ku ew hêvî dikin ku di sala pêş de ew vê mehê rûbirû pîroz bikin.
Basnews