• Sunday, 28 July 2024
logo

Erebekî ew keça Kurd a 17 salî revand

Gulan Media August 25, 2016 Civakî
Erebekî ew keça Kurd a 17 salî revand
Keçeke 17 salî li navçeya Şêxan a Duhokê roja duşemiyê ji mal derketiye û venergeriyaye malê. Malbata keçikê dibêjin, keça wan ji aliyê erebekî xelkê Besra ya Iraqê ve hatiye revandin.

Keçeke Kurd a Êzidî bi navê Mîdya Hizêr Mîrza ku xelkê navçeya Şêxan e, 2 roj e ku çarenivîsa wê nayê zanîn û wunda ye.

Kesûkarên Mîdya dibêjin, ku keça wan ji aliyê kesekî Ereb ê xelkê bajarê Besra yê Iraqê ve hatiye revandin.

Li gorî gotina malbata Mîdya, keça wan destpêkê birine Hewlêrê û piştre nayê zanîn, ka ber bi kuderê ve birine.

Yek ji kesûkarên Mîdya bi navê Zuhêr Bîbo derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Saet 3:00ê piştî nîvro ya roja duşemî 22ê Tebax a 2016 keçik ji mal derketiye û êdî nevegeriyaye mal û niha wunda ye.”

Zuhêr Bîbo got: “Me zanyarî hene ku kesekî Ereb ku xelkê Besrayê ye, bi rêya torên civakî yên internetê keçik xapandiye û piştre hatiye û keçkik bi xwe re biriye.”

Bîbî dibêje: “Me guman heye ku ew kesê Ere endamên bedena keçikê bifiroşe yan jî ji bo karê ne di rê de bi kar bîne.”

Kesûkarên Mîdya daxwaz dikin, her kesek ku zanyarî li ser keça wan hebe yan jî guman li ser kesekî hebin, an jî ew li cihekê dîtibin, dezgehên ewlehiyê agahdar bikin.

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Duhokê jî ji Rûdawê re got: “Rast e, ev pirsgirêk li cem me hatiye tomarkirin û keçik çend roj e ku ne xuya ye, lê belê em nikarin ji ber hin sedeman zanyariyên zêdetir aşkere bikin, heta ku lêkolînê digihîjin encamê.”

Rudaw
Top