• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Îsmaîl Beşikcî kir

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Îsmaîl Beşikcî kir
Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya hevjîna civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikcî, peyameke sersaxiyê wî kir û tê de hevxemiya xwe nîşan da.

Hevjîna civaknasê navdar ê tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşikci îro li nexweşxaneyeke Enqerê di 92 salîya xwe de koça dawiyê kiribû.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî:

Ji bo bîrmend û dostê qedirgiran ê gelê Kurd Profesor Îsmaîl Beşikci

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz xanima (Leman Beşikci) gihîşt me. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruha hevjîna we ya xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

K24
Top