• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Îranê kir

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Îranê kir
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro bi serdanekê gihîşt Tehranê û li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiya. Zerîf û Lavrov di civînekê de pêwendiyên dualî, pirsên rêkeftina atomî, rewşa Sûriye û Yemenê gotûbêj kirin.

Sergey Lavrov dê li gel Serokkomarê Îranê, Hesen Rûhanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbafî jî bicive.

Di wê sedanê de, dê 2 rêkkeftin di navbera Îran û Rûsyayê de bên îmzakirin. Yek ji wan rêkeftinan kulturî û ya din jî debrarê bernameya pêngavên alîkariyê de ye.

Balyozê Îranê yê li Rûsyayê, Kazim Celalî ragihandibû ku Moskow û Tehran li ser asta navdewletî rûbirûyî astengiyan dibin û dikarin zêdetir nêzîkî hev bibin, ji ber ku Amerîka reftareke xirab li gel Îran, Rûsya û Çînê dike û dûrpêç li ser wan datîne, ew her sê welat dikarin yekgirtinekê ava bikin û li kêleka hev rawestin.



Rudaw
Top