• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 201 kes bi coronayê ketin

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 201 kes bi coronayê ketin
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, 201 kesên din bi vîrusa coronayê ketin û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên taybet bi Coronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa di daxuyaniyekê de diyar kir, ji duh ve heya îro encamên pişkinînên coronayê yên 201 kesan pozîtîv derketine, ku 118 kes ji wan mêr û 83 jî jin in.

Li gor daxuyaniyê, ji 298 kesên ku di 24 demjimêrên bihorî de li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine, 56 kes li Hesekê, 54 kes li Qamişlo, 50 li Dêrik, 8 kes li Dirbêsiyê, û 33 kes li Reqa, 25 bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên derbasbûyî de 6 kesan li navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî ji virûsê pak bûne.

Ji destpêkê ve heya niha 12 hezar û 437 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi coronayê ketine, ku 428 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1378 kes jî baş bûne.

Rudaw
Top