• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Divê qonexe nû destpê bike

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Divê qonexe nû destpê bike
Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê de daxuyaniyek belav kir û got “hejdeh sal piştî rûxandina rejîma berê ya Iraqê û avakirina Iraqa nû, êdî divê dawî li qonaxa derbasbûyî bê û qonaxeke nû li welat destpêbike.”

Di roja sêyem û dawî ya serdana xwe ya Bexda, îro dûşem 12.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi cûda cûda li gel her yek ji serkirdeyên hêz û aliyên Iraqî birêzan Selîm Cibûrî Serokê Kombûna Şaristanî ya Çaksaziyê (kar), Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê berê, Humam Hemmûdî Serokê Encumena Bilinda Îslamî Iraqî, Eyad Elawî Emîndarê Giştî yê Partiya Wîfaqa Niştimanî û Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Elezm civiya.

Di civînan de pêşhatên siyasî û emnî dawiyên welat, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, guftûgoya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda, metirsiyên DAIŞ û peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê hatin guftûgo kirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînan de tekez li ser nêrîna xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê bi wê yekê dubare kir û dibêje “pêwîste hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê bigihîjin nêrîn û têgihiştineke hevbeş ya ji bo pêşeroja Iraqê da ku aramî, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê mîsoger bike. Ji bo vê mebestê jî divê ji hemû şaşî û ezmûnên berê sûd werbigrin. Bexdayê bi kûrahiya stratejiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan da zanîn.”

Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku “hejdeh sal piştî rûxandina rejîma berê ya Iraqê û avakirina Iraqa nû, êdî divê dawî li qonaxa derbasbûyî bê û qonaxeke nû li welat destpêbike ku bi dewlemendiya mirovî û xwezaya Iraqê, avadanî û xizmetguzariyên zêdetir û baştir pêşkêşî hemû Iraqiyên li seranserê welat bê kirin û Iraq cîh û pêgeha xwe ya li ser asta Herêmî û cîhanî werbigrê.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herema Kurdistanê de hat diyar kirin di derbarê vê mijarê de serkirdeyên Iraqî jî hevramana Nêçîrvan Barzanî bûn ku bi nêrîneke hevbeş kar ji bo pêşerojeke baştir li Iraqê bê kirin û bi hebûna îradeya siyasî û têgihiştina hevbeş dikarin astengên li ber proseya siyasî bêne rakirin, ji bo ve jî derbaskirina yasaya budceya Iraqê û hemwara yasaya dadgeha Federalî û hilweşandina Perlemanê bi mînak anî.

Di daxuyaniyê de amaje bi yekê hat kirin kur hêz û aliyên Iraqî serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê bi derfetek zanîn ji bo nûkirina tora peywendiyên hêzên siyasî û karê pêkveyî ya bi navê derbaskirina welat ya qonaxeke baştir ku aramî, avadanî, pêşketin, hevbeşî û beşdariya hemûyan li proseya siyasî û birêvebirina welat da li ser bingeha welatîbûn û berjewendiya hevbeş dabîn bike û hêvî kirin encameke baş jê derkeve û ev serdan û hevdîtin ji bo hevhelwestî û pêkanîna bingeheke têgihiştina hevbeş berdewam bin.

Rudaw
Top