• Sunday, 30 June 2024
logo

Rêveberiya Xweser mûçeyên karmendan zêde kir

Gulan Media April 13, 2021 Nûçe
Rêveberiya Xweser mûçeyên karmendan zêde kir
Îro di encama civîna navbera Desteya Serokatiya Encûmena Cîbicîkar û Hevserokatiya Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser de biryara zêdekirina mûçeyên karmendên Rêveberiyê hate ragihandin. Li gorî biryarê mûçeyê her karmendekî wê ji sedî 30 zêde bibe.

Karmendên ku bi girêbestên kar yên yasayî bi Saziyên Rêveberiya Xweser re jî kar dikin wê sûdê ji biryarê bibînin, lê karmendên ku bi girêbestên bi navê şarezayiyê kar dikin sûdê ji biryarê nagrin.

Biryara zêdebûna mûçeyan ji vê meha Nîsanê ve dikeve warê cîbicîkirinê.

Qanie Casim yê 25 salî, xwendekarê zanîngehê ye lê ev 5 salên karmendê beşê parastinê di şaredariya rêveberiya xweser de li bajarê Qamişlo ye, ew xwe xwedî dike.

Karmendê bi navê Qanie El Casim di derbarê zêdekirina mûçeyan de dibêje “mûçeyê min 200 hezarane lê li gor vê zêdebûnê wê bibe 260 hezar, wê baş be, ne xirabe, lê ez bi hêvî me, hevalên me yê rêveberiyê, rê li ber bazirganan bigre û nirxan daxe, niha meha rojiyê ye, ez karmendim lê bê kar hene, divê nirx bêne kontirolkirin û bi zêdebûnê re biguncin.”

Li Rojavayê Kurdistanê sed û 50 hezar welatî ligel Rêveberiya Xweser kar dikin ku 53 hezar ji wan li Cezîrê ne.

Di sala derbasbûyî de jî 19 hezar daxwaznameyên kar ji desteya kar û karûbarên civakî re hatin pêşkêş kirin, derfetên kar ji 4 hezaran re hatin dabîn kirin. Bazirgan dibêjin ku bi zêdekirina hejmara karmendan û bilindbûna mûçeyan re, tevgera bazarê jî zêde dibe.

Bazirganê bi navê Osama Xazî jî got “Bandora wê gelek e, berî niha jî dama ku mûçe zêde bû, tevger zêde bû, lê bilindbûna nirxê dolar, qîmetê mûçe dadixîne. Vê carê mûçe zêde bûn, rewşa xelkê wê baştir bibe û tevger jî wê baştir bibe.”

Mûçeyên karmendên Rêveberiya Xweser di navbera 200 û 500 hezar lîreyên Sûrî ye wate ji 60 heya 150 dolarê Amrîkî ye. Lê niha ji sedî 30 tê ser mûçeyê her fermanberekî.

Rudaw
Top