• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî civiyan

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî civiyan
Serokê herêma Kurdistanê 3 roje li Bexdayê ye.
Behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Eyad Elawî civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, pejrandina bûdceya fedralî û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî kirin.

Weke tê zanîn ev sê roje Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û li gel rayedarên Îraqê û Serok û Serkirdeyên tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê civiyaye.
Top