• Sunday, 30 June 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke korbenda Behr Elêlûm kir

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke korbenda Behr Elêlûm kir
daxwaz ji Serok Barzanî kirin bo çareser kirina kêşeyan rola xwe ya dîrokî bilîze.


Di civînê de behsa çend mijaran kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke korbenda Behr Elêlûm ( pispor û xwedan zaniyariyên zanistî) bi Serokatiya Dr, Îbrahîm Berh Elêlûm kir.

Di civînê de şanda mêwan hevdem li gel behs kirina têkiliyên dîrokî yên di navbera Serok Barzanî û xwedê jê razî Mihemed Berh Elêlûm, rêzdariya xwe jî ya li hember rola dîrokî ya Serok Barzanî bo pere pêdana çanda bihevre jiyana aştiyane û diyaloga navbera pêkhateyên Îraqê û çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê diyar kir.

Şanda mêwan herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku weke kesayetiyeke dîrokî û merceê siyasî rola xwe ya girîng bo çareser kirina kêşeyên heyî bilîze.

Di berdewamiya civîna han de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên han bi rêya diyalogê û li ser esasê destûrê hate kirin.
Top