• Monday, 01 July 2024
logo

Desteya Tenduristiyê hişyariya karesateke mirovî ya muhtemel da

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Desteya Tenduristiyê hişyariya karesateke mirovî ya muhtemel da
dibêje mimkune korona ji kontrol derkeve.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber belavbûna vîrusa koronayê hişyariya karesateke mirovî ya muhtemel da û bang li welatiyan kir ku bi kadroyên tenduristiyê re hevkar bin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro bi civîneke çapemeniyê ku li Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê hate lidarixstin, ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hişyariya karesateke mirovî ya muhtemel da.

Mistefa got: "Îhtîmaleke mezin heye ku vîrusa koronayê ji bin kontrolê derkeve. Rewşa li herêmê trajîk e."

Ciwan Mistefa diyar kir ku hejmara pêketiyên koronayê û kesên jiyana xwe ji dest didin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêde dibe û heta niha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tu piştgirî nedaye herêmê.

Mistefa bang li welatiyan kir ku bi kadroyên tenduristiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin û li gorî qedexeya li herêmê tev bigerin da ku rê li ber belavbûna koronayê bê girtin.

Ji anhayê hatiye wergirtin.
Top