• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li gel Ebdulmehdî û du rêveberên din ên Iraqê civiya

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî li gel Ebdulmehdî û du rêveberên din ên Iraqê civiya
Serokê herêma Kurdistanê li gel serokwezîrê berê yê Iraqê û du rêveberên din ên wî welatî civiya.

Îro 12.04.2021ê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di sêyem roja serdana xwe ya ji bo Bexdayê de li gel sê rêveberên payebilind ên Iraqê civiya.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştre jî li gel serokê koma Islah û serokê parlamentoya Iraqê yê berê Selîm Cibûrî û serokê encûmena bilind a îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî civiya.

Du rojên borî de jî Nêçîrvan Barzanî li gel sê serokatiyên Iraqê û hejmarek rêveberên payebilind ên wî welatî û nûnera taybet ê sekreterê giiştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya û guftûgo derbarê peyvendiyên Hewlêr û Bexda û çend mijareke din ên pêwendîdar bi Iraq û navçeyê ve kirin.

Roja 10.04.2021ê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeyekî ve bi fermî serdana Bexdayê kir.
Top