• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê pirsgirêkên jin û zewacên temenê biçûk

Gulan Media August 13, 2016 Civakî
Li Îranê pirsgirêkên jin û zewacên temenê biçûk
Li îranê her roj 5 jinên jêr temenê 15 salî zarokê wan çidibe. Zewaca di temenê biçûkda yek ji mijarê qeyrana civakiye. Ev yek yanî zewac yek ji rojeva sereke ya îranêye. Her wiha anîna zarokan yek ji mijarê sereke ya lêkolînvanên civakî û aktivîstên mafê mirove.

Li gor amarên ên dawiyê saziya tomar kirina kesayetiyan li Îranê ji sala 2009 heya 2014ê nêzî 420 hezar keçên jêr temenê 15 saliyê li wî welatî zewicîne

Li gor raporta rojnameya Şehrwend a Îranî, di nava wan salan de zêdetirî 484 kurên Îranî jî di temenê jêr 20 saliyê de zewicîne
Li gor daxuyaniya çalakvanekî mafê zarokan, ji sala 2005 heya 2010ê zewac û telaq di nava zarokan de ji sedî 45 zêde bûye. Li gor amarên sala 2010ê, 37 hezar kesên 10 heya 18 salî dinava telaq wergirtî û bêwe jinan de hene.

Li gor qanûna medenî ya Îranê, temenê zewacê li wî welatî ji bo keçan 13 sal û ji bo kuran 15 sal hatiye diyar kirin. Lê di madeya 1041 a qan^na medenî de hatiye: ”mare kirina Nîkah a keçan beriya temenê 13 saliyê û ji bo kuran beriya 15 saliyê (li gor salnameya şemsî) girêdayî destûra malbatê, bi mercê meslehetê û bi biryara dadgeheke salih e”.

Li gor amarên (UNİCEF)ê, zikpirî û zarokbûna keçan di temenê 15 heya 19 saliyê de li seranserê cîhanê yek ji sedemên sereke yên keçan e û salane digehîje 70 hezar kesan.

Li gorê îstatîstîkên yek ji malperên îranê di nava 9 mehên dawî ya sala 2014ê de 1277 ji dayîkên jêr temenê 15 salî çêbûne. Ev di rewşêk daye ku sazî û dam û dezge û hîç yek ji berpirsyarên îranê tu hewildanêk wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêk û qeyrana civakî tune ye. Her wiha di nava 9 mehên dawîda 31 hezar keçên jêr temenê 15 salî zewicîne. Tê gotin ku ev hêjmar di rêjeyek jor tire. Ev yek di rewşêk daye ku rêjeyêk mezin nayên tomar kirin. Lê belê gelek ji çavkaniyên Di nava 3 salên dawîde 110 hezar keçên jêr temenê 19 sal zarokê wan çibûne. Ku di 1635 zarokan ji keçên di navbera temenê 10 heya 13 salî ne. Parêzgeha urmiye di mijara rêjeya zewaca di temenê jêr 15 salî de rêjeya yekem de ye. Niha di cîhanê de zêdetir ji 700 mîlyon jin jêr temenê 18 salî jiyana hevbeş pêk tînin. Ji vê rêjê herî kêm 250 mîlyon ji wan jêr temenê 15 salî bû ye.

Li îranê de 3 milyon û 250 hezar însan madêyên hişber pikartînin ji vana sedî 60 jî jine. Îran civakekî bê fikir dide avakirin û ê jin jî ji vê nasîbê xwe digire.
Ev demeke di îranê de gelek jinê aktîvîst dijî Hesan Ruhanî derdikeve û dibêjin ku êdî em dengê xwe nadin Hesan Ruhanî û dibêjin ku êdî em nacin ser sîndoqên hilbijartina. Ji ber ku dema hilbijartina Hesen Ruhanî gelek soz dabûn ku wê gorantinan bide avakirin bo jina lê niha rewşa jina hîn xirabtir bûye.

Di vê demê de gelek jin bi êrîşa ra rûbirû dimînin, niha jî ji ber sedemên asîtpaşî, ker jina xistin û bi sîlah lêdanê buye sedem ku gelek jin êdî nikarin malê derkevin û gelek malbat nahêlin keçên wan biçin derve, heta niha gelek keç ji aliyê malbata ve keç ji durî dibistana hatine xistin.

Di sala 2016 de jî jin bi heman awayî pirsgirêkên civakî, aborî, siyasî, çandî û di her aliyekê barê jiyanê hemû li ser milên wane û ji qadên jiyanê hatine durxistin.

Basnews
Top