• Monday, 01 July 2024
logo

Hewlêrê bang li PKKê û artêşa Tirkiyê kir

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Hewlêrê bang li PKKê û artêşa Tirkiyê kir
Wezîrê Navxwe yê Herema Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de got “Axa Herema Kurdistanê cihê çareserkirina pirsgirêkên wan nîne.”

Parêzgarê Hewlêrê û Wezîrê Navxwe yê Herema Kurdistanê di çarçoveya amadekariyên meha remezanê de civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidar xisitin û mijarên di rojevê de nirxandin.

Di civîna çapemeniyê de li ser pirsa “Li nav axa Herema Kurdistanê de di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de şer dertên, hûn li ser vê mijarê çi difikirin?” Rêber Ehmed wiha bersiv da:

“Mixabin ew dever di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de bûne heremên şer û serbazî. Berê jî me ji herdû aliyan xwestibû ku pirsgirêkên di nav xwe de ji herema Kurdistanê dûr bixînin. Li vê derê erka ku dive ser milê Herema Kuridstanê, hewl dide ku hemwelatiyên me ziyanê nebînin. Ji ber vê yekê em bang li herdû aliyan dikin ku pirsgirêkên xwe li nav axa me çareser nekin.”

Rudaw
Top