• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Amerîkayê civiya

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Amerîkayê civiya
tekez li ser berdewamiya hevbeşî û hevkariya navbera her du aliyan de hate kirin.
Behsa pêşhatên prosesa siyasiya Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller kir.

Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Serok Barzanî û Matthew Tueller behsa pêşhatên prosesa siyasiya Îraqê kirin.

Her di heman civînê de pejrandina bûdceya fedralî ya 2021an ya Îraqê weke pêngaveke girîng hate nirxandin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê diyaloga steratejîkî ya navbera Îraq û Amerîkayê û serxistina prosesa diyalogê anîn ziman.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser metirsî û gefên terorê li Îraq û Sûriyeyê de hate kirin û pêşde birina hizira lîberal li Îraq, Sûriye û deverê de bigirîng hate wesifkirin.

Di beşeke din ya civînê de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin û her du alî tekez li ser berdewam kirina hemahengî û hevbeşiya navbera Kurdistan û Amerîkayê de kirin.
Top