• Monday, 01 July 2024
logo

Li sînorê Seidiyê 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Li sînorê Seidiyê 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Li sînorê bajarokê Seidiye ya ser bi Xaneqînê û nêzîk Deryaçe ya Hemrînê 5 terorîstên DAIŞê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin kuştin.

Efserê polîsê Diyale Elî Heyder ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di 24 demjimêrên borî de li du helmetên cuda yên hêzên artêşa Iraqê bo ser navçeyên sînorê bajarokê Seidiye ya ser bi bajarê Xaneqînê û Deryaçe ya Hemrîn û Şarebanê 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.’’

Herwaha got: ‘’Hêzên bersivdana lezgîn alîkariya hêzên artêşa Iraqê kirin û balefirên şer jî beşdarî wê helmetê bûn û operasyon heta êvari jî berdewam kir.’’

Elî Heyder ragehand: ‘’Di wê helmetê de hejmarek cebilxane û binkeyên veşartî yên DAIŞê jî hatin jinavbirin.’’

Basnews
Top