• Monday, 01 July 2024
logo

Ebû El-Xeyt: Piştavniyê li Herêma Kurdistanê dikin

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Ebû El-Xeyt: Piştavniyê li Herêma Kurdistanê dikin
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt ragihand, Komkara Erebî piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dike. Destnîşan kir jî, bicihkirina rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê yasaya budceyê de, ji berpirsatiya Hikûmeta Federalî ye.

Ehmed Ebû El-Xeyt ji K24ê re ragihand, “Komkara Erebî destêwerdanê di karûbarên welatên endam de nake, lê ligel wê jî, em girîngiyê didin Iraqa federal ku pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bihêz bikin.”

Derbarê rêkeftina budceya sala 2021an a Iraqê de Ebû El-Xeyt got: “Em dilxweş in ku rêkeftin derbarê budceyê de hate kirin. Di vê serdana min bo Bexdayê de min hesta berpirsatiyê li cem berpirsên Hikûmeta Federalî dît di çarçoveya dewleta federal de piştgîriya Herêma Kurdistanê bikin.”

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî diyar kir, “Iraq li cem Komkara Erebî gelekî girîng e, ji ber ku ew yek ji damezirênerên Komkara Erebî ye. Em piştevaniya Iraqê dikin û di wê çarçoveyê de jî piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin.”

Îro 11ê Nîsana 2021an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt kir û di civîna wan de rewşa Iraqê û pêwediyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên erebî hatin gotûbêjkirin.

K24
Top