• Monday, 01 July 2024
logo

Nahît Eren bû serokê nû yê Baroya Amedê

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Nahît Eren bû serokê nû yê Baroya Amedê
Baroya Amedê îro yekşemî 11ê Nîsana 2021an, 47mîn Kongreya xwe ya giştî li Navenda Kongreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk anî û di kongreyê de Nahît Eren bi dengê piraniya beşdaran weke serokê nû yê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Kongreya Baroya Amedê îro ji demjimêr 09:00ê sibehî ve dest pêk kir û demjimêr 17:00 li gor dema Amedê dawî lê hat.

Di kongreyê de sê kes; Cîhan Aydîn, Nahît Eren û Cengîz Baysal ji bo serokatiya baroyê xwe berbijêr kiribûn.

Piştî birêveçûna dengdanê, sindoqên dengdanê hatin vekirin û di hilbijartina dengan de diyar bû ku Nahît Eren bi 693 dengan piraniya dengên delegeyên beşdar di kongreyê de misoger kiriye û weke serokê nû yê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Cîhan Aydîn ku heya berî kongreyê serokatiya Baroya Amedê dikir, nekarî careke din baweriya piraniya delegeyan bidestbixe û di rikeberiyê de 594 deng bidestxistin.

Rudaw
Top