• Monday, 01 July 2024
logo

Bi mîqdarê 4 milyar û 672 milyon dînar, çend proje tên encam dan

Gulan Media April 12, 2021 Nûçe
Bi mîqdarê 4 milyar û 672 milyon dînar, çend proje tên encam dan
Roja roja yekşemê 11.04.2021ê Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter ragihand, bi mîqdarê 200 milyar dîndarî proje tên encam dan.

Di dema vekirina rêya cotsaydî ya Lalişê de parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter silav û rêza Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihand Mîrêz Êzdiyan û Encûmena Ruhanî ya êzdiyan. Herwiha Dr. Elî Teter got: ‘’Niha li parêzgeha Duhokê, bi mîqdarê zêdetir ji 200 milyar dînarî, proje tên cî bicîkirin û cotsayda perestgeha Laliş û kargeha zeytî jî di nava wan proje û karana de ye.‘’

Herwiha Dr. Elî Teter da zanîn ev hemû proje bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tên encam dan.

Dr. Elî Teter di berdewamiyê jî de got: ‘’Îro li qezaya Şêxanê bi mîqdarê 4 milyar û 672 milyon dînar, çend projeyên din hatine vekirin ku yek ji wan yarîgeha biçûk a werizişî û baxçeya sawayan û rêya dibistana gundê Bêbava ye. Kevirê bingehîn ji bo çendîn projeyên nû hatine danîn û di rojên bê de wê projeyên din wê bi dawî bibin û bikevin bin xizmeta xelkê. ‘’

Basnews
Top