• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê û Emîndarê Komkara Erebî civiyan

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Serokê herêmê û Emîndarê Komkara Erebî civiyan
dibêje Komkara erebî piştîvaniya herêma Kurdistanê dike.
Li Bexdayê civiyan û Serokê herêmê jî hate vexwandin.

Îro li Bexdayê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyis civiya.

Di civînê de rewşa giştî ya Îraq, Kurdistan û deverê hate kirin û her du alî li ser vê yekê ku lazime kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalogê werin çareseririn û jiber ev yek xizmeta Hewlêr û Bexdayê dike, hemfikir bûn.

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Ebulxeyis diyar kirin ku piştî çareser kirina kêşeyên heyî, vê Îraq dîsa bibe welateke bihêz ya deverê û rola Îraqê li ser asta cîhanî jî vê zêdetir girîngtir bibe.

Herwiha tekez li ser vê yekê kirin ku bo derbas kirina rewşa niha û metirsiyên berdem Îraqê, hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê û tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê gelek girînge.

Ebulxeyis diyar kir ku, Îraq xwedan çavkaniyên înasnî û xwezayî ya zengîne, Komkara Erebî bi her awayî piştîvaniya herêma Kurdistan û Îraqê dike bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û serdana Qahêreya paytexta Misirê bike û biçe navenda serekî ya Komkara Erebî.

Nêçîrvan Barzanî jî diyar kiriye ku em liwirin bo çareser kirina kêşeyên heyî û zêdetir kirina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan bo rûbirû bûna metirsiyên terorê û metirsiyên ku li berdem Îraqê dene.

Barzanî diyar kiriye ku îradeya çareser kirina tevahiya kêşeyan li ser esasê detûrê heye û lazime tevahiya kêşeyan werin çareserkirin daku aramî vegere Îraqê.
Top